We use cookies to provide some features and experiences in QOSHE

More information  .  Close
Aa Aa Aa
- A +

Esker û polîsê Tirk çawa sivîlan nakujin!

8 0 0
14.09.2017

Van demên dawiyê êrîşên li dijî sivîlan li Kurdistanê hatine zêdekirin. Li Colemêrg, Licê, Qereyaziya Erzromê zextên li dijî xelkê nîşan didin ku ew ê zexta li dijî gelê Kurd zêde bikin. Jixwe, dema êrîşên li dijî Tevgera Rizgariya Kurd hatin zêdekirin, ya pêşî kirin bû ew ku zextên li dijî gelê Kurd zêde bikin. Ji ber ku Tevgera Rizgariya Kurd û gelê Kurd bûne yek. Jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd ne tenê daxwaza gerîla û ya Tevgera Rizgariya Kurd e. Îro, armanca tevahiya gelê Kurd jiyana azad û demokratîk e. Gelê Kurd bi israr e jiyana azad û demokratîk bi dest bixe. Ji ber vê yekê, desthilatdariya AKP´ê êrîşî wan deveran dike ku welatparêzî li wan herî xurt e. Sedema wê yekê ku herî dawî Qereyazî kirin hedef, ev bi xwe ye. Ji ber ku Qereyaziyê ji sedî 90´î bêhtir deng da HDP´ê.

Piştî ku raya giştî ya hundir û ya derve nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî sivîlan ên li Colemêrg, Amed û Qereyaziyê da, Serokê Fermandariya Giştî yê Tirk li nava çavê dinyayê nihêrî û got, "em sivîlan naêşînin". Behsa wê yekê kir, ka ji bo ku zerarê li sivîlan nekin, çiqasî dîqet dikin. Derewînî û bêariya xwe careke din nîşan dane. Em dîroka Komara Tirkiyeyê û tiştên ku salên 1990´î li aliyekî jî deynin, ji sala 2005´an ve tiştên di dema desthilatdariya AKP´ê de hatine kirin, nîşan didin ku ti hesasiyeta artêşa Tirk û polîsê Tirk a beramberê sivîlan nîne. Eskerê wê........

© Yeni Özgür Politika