We use cookies to provide some features and experiences in QOSHE

More information  .  Close
Aa Aa Aa
- A +

Huner, gotar û avakirina maneyê

9 0 0
14.09.2017

Huner di rastiyê de xwedî hêzeke ji ya darîçav û wê de ye. Di vê quncikê de gelek caran em mijarên ku îşaret bi vê yekê dikin, hildidin. Ji ber ku Sêyemîn Festîvala Zarokan li Girkê Legê pêr bi dawî bû, careke din eşkere bû çiqasî huner di mihrîcan, jiyana rojane û siyasetê de muhim e. Huner ne tenê huner e, ji huner û wê de ye. Yek ji awayên herî afirîner ê xweîfadekirinê ye. Xweîfadekirin jî di rastiyê de meydana azadiya insanî ye ku di warê siyasî û civakî de mirov ne diyarker jî be, karibe xeyal û fikra xwe bibêje. Ev jî bi serê xwe girîng e ji ber ku mirov bi vê ava dike: Gotar maneyan ava dikin.

Heger gotar maneyan ava dikin, wê demê huner dikare xwedî maneyeke gelekî cihê be. Dema em bifikirin ku sîstemên civakî pêdivî pê dibînin ku rewatiya xwe her kêlî ji nû ve biafirînin, her weha desthilatdariyên siyasî jî bi heman rengî hewce ne rewatiyê ji........

© Yeni Özgür Politika